Tirkiye: Divê biryara PKKyê demildest were bicihkirin

Wezîrê Parastinê yê Trikiyeyê Yaşar Guler ragihand ku pêwîst e biryara xwefesihkirinê ya PKKyê demildest bê bicihkirin.

21.06.2025, Cts - 11:43

Tirkiye: Divê biryara PKKyê demildest were bicihkirin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler doh li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hinek fermandarên re çû Fermandariya 2emîn a Artêşa Tirkiyeyê.

Yaşr Guler piştî çend lêkolînên li fermandariyê li wir derbarê pêvajoya çareseriyê û rûdanên dawî yên li herêmê axivî.

Guler biryara xwefesihkirinê ya PKKyê bibîr xist û got ku divê demildest ew biryar were bicihkirin.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê ragihand ku divê PKK û hemû şaxên wê yên li cografyayên din çekên xwe deynin û xwe ji “kiryar û gotinên ku dibin sedema sabotekirina pêvajoyê” dûr bigirin.

Guler amaje bi şerê Îsraîl û Îranê jî kir û got:

"Êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê dest pê kirin û li Libnanê berdewam bûn, niha jî berê xwe didin cîrana me Îranê. Ev êriş her ku diçe aloziyeke zêdetir li herêma me çêdikin."

Guler her wiha da zanîn ku wan tedbîrên pêwîst wergirtine û got, ew ji bo her senaryoyeke ku di encama şerê Îran û Îsraîlê de derkeve holê û metirsiyê li ser ewlehiya welatê wan çêbike, amade ne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 113 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:43:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x