Şaxa Amedê ya Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çarçoveya xebatên xwe yên derbarê pêvajoyê de, îro û li hotêleke Amedê civîneke taybet bi sernavê “Rêya Diçe Aştiyê: Dadmendî û Bîr” li dar dixe.
Hat gotin ku hinek dayikên gerîla û leşkerên ku di şerê navbera PKK û Artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye jî dê beşdarî civînê bibin.
Rojya ewil kesên ku beşdarî civînê bûne dê guh bidin nerînên malbatên her du aliyan ên derbarê pêvajoyê.
Roja duyemîn jî rêxistinên civaka sivîl û Komaleya Mafên Mirovan dê pêngavên derbarê aştiyê bên avêtin gotûbêj bikin.
Hevserokê Şaxa Amedê ya ÎHDyê Ercan Yilmaz ameje bi rewşa dawî ya derbarê pêvajoya çareseriyê kir û got ku ji bo pisgirêka Kurdan bi awayekî tendurist bê çareserkirin gelek civîn, komxebat û forum tên lidarxistin.
“Êş hevbeş e”
Ercan Yilmaz derbarê civîna dayikên leşker û gerîlayan jî got:
“Yek ji mijarên herî girîng ew e ku pêwîst e ew kesên ji ber heman pirsgirêkê êşên cuda yan jî wekhev kişandine lê heta niha pêwendiya wan bi hev re çênebûye, bikarin rûnin û biaxivin.
Êş hevbeş e, binpêkirinên mafan ên ku ew rûbirû bûne hevbeş in.
Em behsa du komên ku ji hev biyanî bûne dikin. Ji bo ev biyanîbûn ji holê rabe, dibe ku ev xebata me bibe gava yekem.”
“Divê çalakiyên bi rengî li Tirkiyeyê bên lidarxistin”
Yilmaz her wiha da zanîn ku pêwîst e di qonaxên bên de xebatên bi vî rengî li bajarên Tirkiyeyê jî bên kirin û got:
“Em di wê baweriyê de ne ku divê rêxistinên civaka sivîl ên Tirkiyeyê, li herêmên Ege, Deryaya Reş, Behra Spî û Anatolyaya Navîn jî çalakiyên bi vî rengî li dar bixin.
Pêwîst e bi lidarxistina van corên xebatan li hemû herêman, ne tenê daxuyaniyên piştgiriyê bên dayîn, divê li ser wê yekê jî bê axaftin ku ev pêvajo bi rastî divê çawa bê birêvebirin."