Komkara Erebî êrişên Îsraîlê yên li Îranê şermezar kirin

Wezîrên Karên Derve yên Komkara Erebî, êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê şermezar kirin û wan bang kir ku ev êriş demildest bên sekinandin, alozî were kêmkirin û ji bo agirbesteke berfireh hewlên herêmî û navneteweyî bên zêdekirin.

21.06.2025, Cts - 11:42

Komkara Erebî êrişên Îsraîlê yên li Îranê şermezar kirin
Nuçe Belav bike

Wezîrên Karên Derve yên Komkara Erebî, êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê şermezar kirin û wan bang kir ku ev êriş demildest bên sekinandin, alozî were kêmkirin û ji bo agirbesteke berfireh hewlên herêmî û navneteweyî bên zêdekirin.

Piştî civîna Wezîrên Karên Derve yên Komkara Erebî ku ji bo nirxandina rûdanên girêdayî pevçûnên êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiribûn li Stenbolê hatibû lidarxistin, daxuyaniya encamnameyê hat belavkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin,“ Êrişên li dijî Îranê binpêkirineke eşkere ya serweriya welatekî endamê Neteweyên Yekbûyî (NY) ye û gefê li aştî û ewlehiya herêmê dixwe û hat tekezkirin ku divê êrişkarî were sekinandin, ji bo gihîştina lihevkirinekê derbarê bernameya nukleerî ya Îranê vegere ser dan û standinan û piştgirî ji hewlên agirbestê re were dayîn.

Di serî de Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî ji bo rawestandina êrişkariya Îsraîlê ya ku qanûnên navneteweyî bin pê dike û ji bo ewlehiya herêmê gef e, berpirsiyariya xwe bi cih bîne.

 Hat destnîşankirin ku dîplomasî û diyalog li gorî peymana NY û qanûnên navneteweyî ji bo çareserkirina krîzan tekane rê ye

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku agirbesteke berfireh tenê bi çareserkirina hemû sedemên alozî û pevçûnan, rawestandina êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê, bi rêya saziyên NYyê gihandina alîkariyên mirovî yên têr û domdar ji bo herêmê û astengkirina kiryarên neqanûnî yên Îsraîlê yên ku li Kenara Rojava çareseriya du-dewletî têk didin pêkan e.

Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku wezîrên karên derve yên Ereb dibînin ku Îsraîl herêmê ber bi pevçûn û aloziyên zêdetir ve dikişîne û bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo dawîanîna polîtîkayên êrişkar ên Îsraîlê bikeve tevgerê, ji bo pêkanîna aştiyeke dadmend bixebite û biryarên navneteweyî û plana Înîsiyatîfa Aştiyê ya Erebî ya ku di sala 2002an de hatibû pejirandin bi cih bîne. 

Her wiha di daxuyaniyê de hat xwestin ku binpêkirina qada hewayî ya welatên herêmê ji aliyê her aliyekî ve were şermezarkirin û xwe ji armanckirina tesîsên nukleerî yên di bin garantiya Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de dûr bigirin û derbarê xetereyên lehiyên nukleerî û bandorên wan ên mirovî û jîngehî yên wêranker de hişyarî hat dayîn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 99 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:01:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x