Wezîrê Karên Derve yê Îranê piştî civînên xwe yên li Cenêvreyê derbasî bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê bû.
Ebas Eraqçî dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re bicive.
Ebas Eraqçî li ser dîplomasiya xwe ya li Stenbolê diyar kir ku wan li ser êrişên Îsraîlê yên li Îranê xwestiyê Rêxistina Hevkariya Îslamî civîneke taybet li dar bixe.
Ebas Ereqçî di berdewmiyê jî de got, "Ev civîn berê hatibû plankirin lê belê bi li berçavgirtina destdirêjiya rejîma siyonîst a li ser welatê me, me xwest ku civîneke taybet derbarê vê mijarê de bê kirin ku xweşbextane hat qebûlkirin."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê her wiha got, "Em hêvîdar in ku daxuyaniyeke tund û yekalîker ji bo şermezarkirina vê destdirêjiyê bê weşandin."
Ew welatên ku di civînê de amade dibin, berê bi daxuyaniyên cuda helwesta xwe nîşan dabûn û êrişa Îsraîlê şermezar kiribûn.
Civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî îro li Stenbolê ye û Hakan Fîdan dê serperiştiya civînê bike.
Tê çaverêkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê di çarçoveya civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî de bi wezîrên karên derve yên gelek welatan re jî bicive.
Ebas Eraqçî tekezî li ser mafê welatê xwe yê xweparastinê kir û wiha domand:
"Em dê li ser bikaranîna mafê xwe yê rewa yê xweparastinê berdewam bin. Em ne amade ne li ser şiyanên xwe yên parastinê dan û standinan bikin."
Eraqçî doh li Cenevreyê bû
Ebas Eraqçî doh bi Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Johann Wadephul, Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê David Lammy, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot, Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallas û şandeyên pê re li Cenevreyê civiyabûn.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştî civînê ji rojnamegeran re axivî û got:
"Êrişên Îsraîlê yên li ser navendên atomî tawanên şer ên metirsîdar in, ji ber ku metirsiya karesateke jîngehî û tenduristiyê ya ji ber belavbûna tîrêjên atomî heye.