Îsraîl: Me bernameya atomî ya Îranê 2 salan bi paş xist

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku êrişên asmanî yên Îsraîlê şiyana Îranê ya çêkirina bombeya atomî bi awayekî berçav lawaz kiriye

21.06.2025, Cts - 11:45

Îsraîl: Me bernameya atomî ya Îranê 2 salan bi paş xist
Nuçe Belav bike

Li aliyê din, Amerîka jî gefan li Tehranê dixwe û Ewropa hewl dide navbeynkariyê bike lê Îran dan û standinan red dike.

Gideon Saar ragihand ku êrişên esmanî yên welatê wî yên li ser Îranê, bernameya wê ya atomî herî kêm 2 salan bi paş xistine.

Ev daxuyanî rojek piştî wê hişyariya Serokê Amerîkayê Donald Trump hat ku gotibû, tenê 2 hefte mohleta Tehranê heye ku xwe ji êrişên muhtemel ên Amerîkayê dûr bixe.

Berbanga îro artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzên wê yên asmanî ambar û navendên avêtina mûşekan ên Îranê bombebaran kirine.

Tel Evîv tekez dike ku armanca van êrişan ew e ku rê li ber Îranê bigire da ku negihîje çeka atomî lê Tehran van tohmetan red dike.

Gideon Saar ji medyaya Almanyayê re got, "Li gorî nirxandinên ku em dibihîsin, me heta niha şiyana wan a çêkirina bombeya atomî herî kêm 2-3 salan bi paş xistiye."

Saar her wiha da zanîn ku operasyonên wan ên ku hefteyek e didomin, dê berdewam bin û got, "Em dê her tiştî bikin ji bo jinavbirina vê gefê."

 

Vî nûçeyê tevayî: 136 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:36:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x