Kadroyên bijîşkî yên Efrînê daxwaz dikin dorpêça li ser Şehbayê nemîne

Kadroyên bijîşkî yên Efrînê, daxwaz dikin dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê li ser Herêma Şehbayê bê rakirin.

22.12.2022, Per - 10:52

Kadroyên bijîşkî yên Efrînê daxwaz dikin dorpêça li ser Şehbayê nemîne
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniyekê de, kadroyên bijîşkî yên Herêma Efrînê ku li Nexweşxaneya Afrîn a li nahiyeya Fafînê ya li Herêma Şehbayê ne, dorpêça hêzên hikûmeta Sûriyê li ser wê navçeyê şermezar dikin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ji dema nêzîkî 5 salan ve koçberên Efrînê li navçeya Şehbayê ji ber dorpêçê û rêgirîkirinê li ber derbaskirina keresteyên jiyana rojane û pêdawîstiyên nexweşxaneyan û sotemeniyê dinalin.

Kadroyên bijîşkî yên Efrînê herwiha diyar kirine, ew dorpêç ji du mehan ve tundtir bûye û rewşeke gelekî zehmet li wê navçeyê hatiye dirustkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de bêdengiya navdewletî û hêzên mezin ên pêwendîdar û alî û rêxistinên mirovî û mafnas hatiye şermezarkirin û daxwaz hatiye kirin ku di zûtirîn dem de ew dorpêç bê bidawîkirin û nemîne.

Herêma Şehbayê ku bajarê Til Rifet navenda wê ye, di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye û ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê birêvebirin. Lê belê hejmarek hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên Rûsyayê jî li herêmê hene ku bi rêkeftina ligel HSDê li herêmê bicih bûne.

Piştî êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê, bi dehan hezar kes ji xelkê Efrînê koçber bûn û li Herêma Şehbayê û bi taybet di pênc kampên wê herêmê de bicih bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:51:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x