Kampa Holê: Asayîşê çend kes desteser kirin

Li Kampa Holê yê bajarê Hesekê, Asayîşa Rêveberiya Xweser, çend kes desteser kirin ku dixwestin tevlîheviyê çêbikin.

16.12.2023, Cts - 06:57

Kampa Holê: Asayîşê çend kes desteser kirin
Nuçe Belav bike

Asayîşa Rêveberiya Xweser ragihand ku di operasyonekê de, li beşên 6 û 8an a taybet bi koçberên ji Sûriyeyê yên li Kampa Holê wan çend kes desteser kirine.

Di nav kesên hatine desteserkirin de jin jî hene, herwiha wan dest daniye ser çend çek, bombe û kemerên bombekirî ku dixwestin bi rêya wan tevlîheviyê çêbikin.

Li Kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê nêzîkî 55 hezar koçber û kesûkarên çekdarên DAIŞê hene ku piraniya wan jin û zarok in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 245 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:41:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x