Kanada 19 welatiyên xwe ji Kampa Holê vedigerine

Hat ragihandin ku Kanadayê biryar daye 19 welatiyên xwe ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ku bi hezaran kesên girêdayî DAIŞê lê dimînin, vegerîne welatê xwe.

21.01.2023, Cts - 12:12

Kanada 19 welatiyên xwe ji Kampa Holê vedigerine
Nuçe Belav bike

Lawrence Greenspon parêzerê 6 jin û 13 zarokên Kanadî, ji medyaya Kanadayê re got ku Ottawa piştî peymana “hevdû qebûlkirinê” razî bûye ku alîkarîya vegerandina van kesan ji kampên Rojavayê Kurdistanê bike.

Greenspon got, ku hûrgiliyên peymana di navbera hikûmet û parêzer de ji ber sedemên ewlehiyê nehatine eşkere kirin û anî ziman ku çarenivîsa kesên ku vegeriyane ne diyar e.

Kanadayê di meha cotmehê de 2 jin piştî ku ji Rojavayê Kurdistanê vegerandin desteser kiribû.

Yek ji wan jinan, Oumaima Chouay, di dema gihîştina wê li balafirgeha Montreal-Trudeau de hat girtin û gelek dozên têkildarî terorê bi tawanên "beşdarbûna di çalakiya grûpeke terorîst de" û "derketina ji Kanadayê ji bo beşdarbûna di çalakiyên grûpa terorîst de" hatin girtin.

Li aliyê din Rojnameya Al Monitor jî ragihand ku Kanadayê biryar da ku 23 welatiyên xwe ku 6 jin û 13 zarok û 4 mêr ên Kanadî, ji kampên endamên malbatên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê vegerîne.

Parêzer Barbara Jackman ku parêzertiya yek ji wan zilaman dike, ragihand ku Wezareta Derve ya Kanadayê ragihandiye ku ew ê 23 Kanadayî vegerînin welatê wan, ku di nav wan de 6 jin, 13 zarok û 4 mêr hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 220 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:27:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x