Çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê 2 welatiyên Kurd yên ji gundê Keferzîtê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê girtin.
Çalakvanê di warê belgekirina binpêkirinan de li herêma Efrînê Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku roja Duşemê 9ê Çileya 2023an, polîsên serbazî bi ser mala welatiyê Kurd Ehmed Mihemed Hemîd li gundê Keferzîtê de girtine û ew desteser kirine.
Şêxo da zanîn ku welatiyê navborî beriya çend rojan ji Başûrê Kurdistanê vegeriyabû gundê xwe yê li herêma Efrînê.
Her li gundê Keferzîtê, Asayişa Siyasî ya Efrînê welatiyê Kurd Esed Hemîd ê 37 salî, ji roja 30ê meha Kanûnê ve girtiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Şêxo ji Rûdawê re got ku welatiyê navborî ji navçeya Şehbayê vegeriyabû gundê xwe.