Îro demjimêr 11: 00 bi dema Rojavayê Kurdistanê li nava bazara sereke ya Efrînê teqînekê rû da û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî.
Wî jêderî amaje bi wê yekê, teqîn di destpêka bazara Halê de ji aliyê çarêya Kawa bi riya otombîleke bombekirî rû da.
Li gor zanyariyên destpêkê, ta niha 5 kesan canê jidest dane û 12 kesên din jî birîndar bûne.