Li Efrînê 2 kes ji aliyê çekdaran ve hat revandin

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 2 welatiyên Kurd revandin.

28.10.2023, Cts - 12:04

Li Efrînê 2 kes ji aliyê çekdaran ve hat revandin
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporekê de belav kir, çekdarên grûpa “Polîsa Leşkerî” roja 23ê Cotmehê welatiyê bi navê Faris Mihemed Reşîd ê ji bajarê Efrînê revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn jî, çekdarên grûpa “Polîsa Leşkerî” roja 21ê Cotmehê xortê bi navê Şiyar Reşîd ji amala wî ya taxa Mehûmdiyê ya Efrînê revand û çarenivîsa wî jî heta niha ne diyar e.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û heta niha dora 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:13:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x