Li Efrînê 3 Kurd hatin girtin: Çarenivîsa yekî ji wan ne diyar e

Li çend herêmên cuda yên Efrînê polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve 4 Kurd desteser kirin.

27.10.2023, Cum - 07:13

Li Efrînê 3 Kurd hatin girtin: Çarenivîsa yekî ji wan ne diyar e
Nuçe Belav bike

Li gorî Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR), li gundê Baflorê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, dema welatiyekî Kurd ê 27 salî ji bajarê Helebê vegeriya ji aliyê polîsên serbazî ve hat girtin.

SOHRê da zanîn ku wî kesî du dikan û xaniyek kirîbûn lê grûpên çekdar dest danîbû ser wan.

Piştî ku ew kes vegeriya Efrînê daxwaza mal û milkê xwe kiriye polîsên serbazî ew desteser kiriye.

Welatiyê Kurd ê 27 salî heta ku xwe ji nav lepên wan xelas kiriye 10 hezar dolar dane wan.

Çarenivîsa wî ne diyar e

Herwiha li gundê Şêxotkayê yê bi navçeya Mabatayê ya Efrînê welatiyekî Kurd ji aliyê polîsên serbazî ve hat girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê, welatiyekî Kurd ê ji navçeya Şerayê ya Efrînê ye ji aliyê polîsên serbazî ve hat girtin.

Ew kes jî bi tohmeta “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re” hat girtin.

Li aliyê din, 20 Çiriya Pêşînê jî li gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê jî polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyeyê ve, 5 Kurd girtibûn.

Ev 5 Kurd jî bi tohmetaku “pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re heye” hatibûn girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 235 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:06:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x