Li Efrînê mayîn teqiya: Mirî û birîndar hene...

Mayîneke çandî di nava zeviyeke zeytûnan li Efrînê teqiya, di encamê de 3 welatiyên Efrînê canê xwe jidest dan û 2 kes jî birêndar bûn.

18.11.2017, Cts - 09:41

Li Efrînê mayîn teqiya: Mirî û birîndar hene...
Nuçe Belav bike

Rojnamevan Mihemed Bilo ji K24ê de ragihand, dema gundiyên Celemê li nava zeviyên xwe zeytûn berhev dikirin, bombeya çandî teqiya bûn, jinek bi navê Leman Kalxo ya 45 salî ligel her du kurên xwe Ebdilqadir û Cuma Seydo canê xwe jidest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Gundê Celemê ku hevsînorê gundên parêzgeha Idlibê ye û di destê Eniya El-Nusrayê de bû, li gor welatiyên navçeya Cindirêsê didin dibêjin, eger heye wê grûpê bombe li nava zeviyên gundiyan çandibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1144 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:31:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x