Îsraîl: Me li Tehranê êrişî tesîsa hilberîna santrifûjan kir

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku wê li Tehrana paytexta Îranê êrişeke asmanî biriye ser tesîseke hilberîna santrîfûjan.

18.06.2025, Çar - 10:20

Îsraîl: Me li Tehranê êrişî tesîsa hilberîna santrifûjan kir
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya ku ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de, hat îdiakirin ku li Îranê gelek tesîsên hilberîna çekan jî hatine hedefgirtin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nava çend saetên dawî de bi zêdetirî 50 balafirên şer li Tehran û derdora wê "rêze êrişên li ser bingeha îstixbaratê" hatine pêkanîn û hat destnîşankirin ku li paytexta Îranê tesîsa hilberîna santrîfûjan a ku di dewlemendkirina ûranyûmê de tê bikaranîn, hatiye hedefgirtin.

Di vê çarçoveyê de hat destnîşankirin ku li ser tesîseke ku tê de madeyên xam û pêkhateyên ji bo montaja mûşekên bejayî-bejayî yên girêdayî kapasîteya mûşekî ya Îranê tên hilberandin, tesîseke ku pêkhateyên mûşekên parastina asmanî hildiberîne û hin tesîsên din ên hilberîna çekan, êriş hatine pêkanîn.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 92 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:36:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x