Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli doh (Sêşem, 17ê Hezîrana 2025ê) li ser hevrikiya berdewam a navbera Îran û Îsraîlê daxuyaniyek da.
Bahçeli ragihand, “Di şerî de serkeftin tune, di aştiyê de gelek serkeftin hene. Divê şerê Îsraîl û Îranê tavilê bê rawestandin.” Herwesa got, “Armanca dawiyê ya Îsraîlê ew e ku pêvajoya Tirkiyeyeke Bêteror têk bibe. Armanca Îsraîlê dorpêçkirina Anadolê ye.”
Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) ron jî kir, "Êrîşa tevalî ya Îsraîlê li ser Îranê li roja 13ê Hezîranê dever jî û cîhan jî xistiye nav dudilî û tirsê.”
Devlet Bahçeli amaje jî da, "Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de rêyê li ber şerekî nû xweş dike, ku şerê atomî ye û roj bi roj kûrtir û bibandortir diyar dibe."
Navbirî tekez jî kir, "Îsraîl kujereke kirêkirî ya emperyalîzma cîhanî ye, neyar û dijbera biser