Li gorî agahdarî û vîdeoyan, dengê teqînên xurt li Tehranê û çend bajarên din ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine bihîstin.
Artêşa Îsraîlê ji xelkê herêma 18an a Tehranê xwestibû ku bilez herêma xwe vala bikin.
Herêma 18an a Tehranê nêzîkî 37 kîlometre çargoşeyan digire.
Li gorî herêma ku Artêşa Îsraîlê li ser nexşeyê nîşan daye, hişyarî li taxa Fethê û pîşesaziya herêma 18an a Tehranê digire.
Beşeke girîng a bingeh û avakariya leşkerî ya Îranê wekî embarên çekan, bingeh û navenda piştgiriya lojîstîkî ya artêşê, embarên taybet ên Wezareta Parastinê ya Îranê, bingeh û navenda ragirtina mûşekan û pergalên parastina asmanî li wan herêman in.
Her wiha çend bingeh û navendên leşkerî yên Supaya Pasdaran jî tê de ye.
Hişyarî roja 6an şerê Îran û Îsraîlê hat dayîn ku Îranê jî da zanîn wan bi mûşeka “Fetah 1” êrişî bajarên Îsraîlê kiriye.
Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî ragihand, ew ti carî bi Îsraîlê re li hev nakin û pêwîst e bi tundî li dijî şer bikin.
Di heman demê de medyaya fermî ya Îranê ragihand, Îranê bi mûşekên “Fetah 1” êrişeke mezin li Îsraîlê kiriyr.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî ragihand ku ew ji dan û standina atomî yên bi Îranê re vekişiyane.
Heman şevê Îran şepoleke mûşekan ber bi bajarên Îsraîlê ve şand.
Supaya Pasdaran a Îranê da zanîn, wan bi mûşekan pergala parastinê ya Îsraîlê xirab kiriye û pergal li hve geriyaye.
Supaya Pasdaran a Îranê derbarê êrişên dawî yên li Îsraîlê ragihandina xwe ya 11an belav kir û tê de da zanîn ku mûşeka cureyê “Fettah 1” bi kar aniye.