Amerîka: Eger mûşek leşkerên me hedef bigirin dê encamên wê hebin

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê ragihand ku Serokê Amerîkayê bi awayekî zelal diyar kiriye ku Washington ne beşek ji êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê bûye.

18.06.2025, Çar - 10:21

Amerîka: Eger mûşek leşkerên me hedef bigirin dê encamên wê hebin
Nuçe Belav bike

Tammy Bruceyê her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku eger her aliyê ku welatî û leşkerên Amerîkî yên li herêmê bike armanc, dê berteka Amerîkayê jî hebe.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce di konferanseke rojnamegeriyê de, derbarê helwesta dawî ya rêveberiya Trump li hemberî gefên komên milîs ên Îraqê yên armanckirina bargeh û leşkerên Amerîkî li herêmê û şerê di navbera Îran Îsraîlê de pirsên Berpirsê Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde berisvandin.

"Gelekî bi zelalî ragihandiye"

Derbarê egera gef û êrişkirina komên çekdar ên Îraqê yên ser leşkerên Amerîkî Tammy Bruceyê ji ajansa Rûdawê regot:

"Ez naxwazim careke din li ser cewher û çawaniya bersivdana Koşka Spî, Serok û Wezareta parastinê li hemberî daxuyanî û daxwazên bi vî rengî biaxivim.

Ji ber vê yekê, divê hûn derbarê berteka wan de ji Wezareta Parastinê bipirsin.

Ji îro pê ve, ez dixwazim vê jî bibêjim ku ez dizanim Serok li ser tora civakî ya Truthê axiviye û gelekî bi zelalî ragihandiye.

Ev, careke din, yek ji wan tiştan e ku em derbarê Serok Trump de fêr bûne: Dema ku ew tweetekê dike yan diaxive, çavên cîhanê li ser wî ne û ev çarçoveya herî zelal e ji bo têgihiştina helwesta wî.

Lê belê wî gelek bi zelalî ragihandiye ku em naxwazin mûşek li welatî û leşkerên Amerîkî bên arastekirin, wekî din sebra me namîne."

Her wiha berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di berdewamiya bersivdana pirsên Diyar Kurde de got:

"Em ne beşeke destpêkirina vê nakokiyê bûn, bêguman em ne beşek in ji êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê ne.

Ev yek, bi raya min, gelekî bi zelalî ji aliyê Wezîr Rubio û Serok ve hat ragihandin, girîng e ku xelk vê yekê bizanibe.

Bêguman di vê rewşê de jî, Serok zelal kiriye ku heger ziyan bigihije Amerîkiyan, yan mûşek li xelkê sivîl an leşkerên Amerîkî bên arastekirin, wê demê dê bertek hebe, ez bawer dikim ev yek jî dê ne cihê surprîzê be."

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî li gel tîma xwe ya ewlehiya niştimanî û şêwirmendên xwe yên payebilind civiya da ku biryara tevlîbûn an tevlînebûna şer bide.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 128 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:05:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x