Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Bakûrê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ragihand, îro li herêmên Efrîn, Cezîrê û Feratê hilbijartinên rêveberiya komûnan birêve diçe. Ev hilbijartina herêmî li Rojavayê Kurdistan cara yekem têye lidarxistin.
Îro li Rojavayê Kurdistan, bi hezaran dengdêr îro diçine ser sindoqan û ji bo hilbijartina hevserokên rêxistina komûnan dê dengên xwe bidin. Komûn sîstema rêveberiya herî biçûk û xwecihî ye di nava sîstema federalîzma Rojavayê Kuridstanê de.
Herwiha hate ragihandin, ku dê12 hezar û 421 berbijêr ji bo hevserokatiya 3 hezar û 732 komûnan pêşbirkê bikin.
Li gorî amarên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, li herêma Cezîre (Qamişlo û Hesekê), 7 hezar û 720 berbijêr hene, ku 3 hezar û 917 berbijêrên jin in û xwe ji bo hevserokatiya 2 hezar û 495 komûnan destnîşan kirine.
Herwiha li herêma Feratê (Kobanê - Girê Spî û Sirîn)hejmara berbijêren 3 hezar û 135 kesin, ku hezar û 386 berbijêrên jin in û ji bo hevserokatiya 825 komûnan pêşbaziyê dikin.
Li herêma Efrînê jî (Efrîn û Şehba) hezar û 566 namzet hene, ku ji wan 700 berbijêr jin in û ji bo hevserokatiya 412 komûnan dê tevlî vê hilbijartinê bibin.
Meclîsa Damezirîner a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê beriya niha biryar dabû, ku roja 22ê Îlonê hilbijartinên hevserokên komûnan a sîstema fedraliyê be.
Li gorî biryarê roja 3ê Cotmeha 2017ê hilbijartinên rêveberiyên herêmî, yên civatên gundan, bajarok, navçe û kantonan dê were kirin.
Roja 19ê Çileya 2018ê jî dê hilbijartinên herêman û Kongreya Demokratîk a Gelan a Bakurê Sûriyê, were kirin.