Li nêzîkî zindana navendî ya Minbicê li rojhilatê Helebê, di nav çewlîkekê de termê ciwanekî hat dîtin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, duh Pêncşemê 2ê Sibata 2023an li nêzîkî zindana navendî ya Minbicê li rojhilatê bajarê Helebê di nav çewlîkekê de termê ciwanekî ji hoza Elbû Silêman hatiye dîtin.
Bi gotina Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ew ciwan berî 3 rojan ji aliyê çekdarên nenas ve hatibû revandin.
Çekdaran ji bo azadkirina wî ciwanî ji malbata wî daxwaza pere û fidyeyê kiribûn, lê piştî ku pere nehatibû dan, çekdaran ew ciwan kuştine.
Li gor heman çavkaniyê, ji destpêka 2023an ve û heta niha, li navçeyên Rêveberiya Xweser 10 kes ji ber nakokiyên civakî û diziyê hatine kuştin.
Ji wan 10 kesan jî, 6 kes li Dêrezorê ku yek ji wan jin e, mêrek li Hesekê, jinek û zarokê wê li Reqayê û ciwanek li Minbicê ne.
Minbic navçeyeke ser bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ye û di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye.