Li Qamişloyê di navbera YPG û milîsên mesihî de şer derket

Li bajarê Qamişlo yê Rojava di navbera hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û milîsên mesîhî yên Sotoro ku girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ne şer û pevçûn derket.

01.09.2017, Cum - 07:19

Li Qamişloyê di navbera YPG û milîsên mesihî de şer derket
Nuçe Belav bike

Çavkaniyên xwecihî yên ji Rojava ragihandin ku şer û pevçûnên navbera hêzên Asayişê û çekdarên Sotoro li Taxa Elwusta a bajarê Qamişloyê çê bûye. Li gorî wan çavkaniyan, di encama pevçûnan de çekdarekî Sotoro, ku hêzeke ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve ye, birîndar bûye û bo Nexweşxaneya Niştimaniya Qamişloyê hatiye veguhastin.

Herwiha çavkaniyên xwecihî ragihandin ku hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser (YPG) hêzeke mezin li nava bajarê Qamişlo û bi taybet li derdora bazara Qamişlo bi cih kiriye. Hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser (YPG) piştî şer û pevçûnan, Taxa Elwusta ku şer lê çêbûye, bi temamî dorpêç kiriye, rêbend û xalên kontrolê zêde kirine û rêkarên ewlehiyê tundtir kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1042 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:38:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x