Mezlûm Kobanî û şandeke Amerîkî civiyan

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mezlûm Kobanî, ligel şandeke Amerîkî rewşa navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kir.

10.11.2022, Per - 05:39

Mezlûm Kobanî û şandeke Amerîkî civiyan
Nuçe Belav bike

Şanda Amerîkî ya bi serokatiya cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîka Ethan Goldrich ji aliyê Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Kobanî û fermandara YPJê Newroz Ehmed ve hate pêşwazîkirin.

Li gorî zanyariyan her du aliyan di civînê de tekezî li ser girîngiya ewlehî, aramî û rêkeftina agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Şanda Amerîkî ya bi serokatiya cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Amerîka Ethan Goldrich, hejmarek ji berpirsên bilind di nav de bû, ji Tirkiyê gihişte Rojavayê Kurdistanê.

Serokê şandê ji fermandarê HSDê re got ku, ew bi dewletên pêwendîdar re di têkiliyê de ne, ji bo welatiyên xwe ji herdu kampên Hol û Roj vegerînin, ku bi hezaran girtî ji çekdarên DAIŞê li wan deran hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 196 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x