Norwec û Kanada 19 welatiyên xwe ji kampên Hol û Roj vegerandin

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand, Norwec û Kanada 19 welatiyên xwe ji kampên bakurê rojhilatê Sûriyê vegerandin.

07.04.2023, Cum - 07:54

Norwec û Kanada 19 welatiyên xwe ji kampên Hol û Roj vegerandin
Nuçe Belav bike

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê eşkere kir, Kanada û Norwec 19 welatiyên xwe ji kampên Hol û Roj ên li Sûriyê vegerandine welatê xwe, ji wan 6 kes jin in û 13 jî zarok in.

Herwiha eşkere kir, ev vegerandin jî beşek e ji hewlên berdewam ên civaka navdewletî ji bo vegerandin û şandina 50 hezar welatiyên ji 60 welatên cuda, ku li kampên bakurê rojhilatê Sûriyê dimînin.

Michael Kurilla diyar kiriye ku kampên bakurê rojhilatê Sûriyê, ne tenê nimûneya çewisandina mirovatiyê ne, di heman demê de 30 hezar zarok di metirsiya wê yekê de ne ku bîr û baweriya DAIŞê di hişê wan de were çandin, yekane çareserî ji bo vê qeyranê, vegerandin û şandina welatiyên kampên Hol û Rojê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:51:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x