QSD pêşve diçe, DAÎŞ derpê giran dixe...

Hat ragihandin ku pêşveçûyîna şervanên QSDê li navenda bajarê Reqayê dewam dike û di şerê li 5 taxan de 35 milîtanên DAIŞê hatin kuştin.

21.08.2017, Pts - 09:55

QSD pêşve diçe, DAÎŞ derpê giran dixe...
Nuçe Belav bike

Li gorî ragihandina çavkaniyên qada şer, operasyona kontrolkirina Reqa'yê ji rêxistina terorîst a DAIŞê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi pêşengiya YPGê de da destpêkirin di roja xwe ya 76'mîn de dewam dike. Li gorî haydariyên ku ji herêmê hatin bidestxistin, li taxa Mansûr ya rojhilatê bajêr şerek dijwar di navbera şervanên HSDê û milîtanên DAIŞê de derketiye û di encamê de jî 9 milîtan hatine kuştin.

Li heman alî li taxa Reşîd jî di encama şerê ku heta niha diqewime de 11 milîtan hatin kuştin û li taxa Reqayê Kevin jî 4 milîtan hatin kuştin.

Pêşveçûna QSDê li aliyê rojavayî bajêr jî dewam kir û di encama şerê rûdayî de 6 milîtanên DAIŞê hatin kuştin. Herwiha li taxa Nehda ya rojavayî bajar jî di encama şer de û 5 milîtan hatin kuştin.

Di şerên ku li van taxên navborî qewimîn de 3 şervanên QSDê jî jiyana xwe ji dest dan.

sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:41:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x