Rêveberiya Xweser li ser ‘bêdengiya Hevpeymaniya Navdewletî’ û DAIŞê daxuyanî da

Emîne Osê bêdengiya Hevpeymaniya Navdewletî ya derbarê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir.

11.10.2023, Çar - 06:05

Rêveberiya Xweser li ser ‘bêdengiya Hevpeymaniya Navdewletî’ û DAIŞê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Êrişê Tirkiyeyê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde dibin lê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li beramberî van êrişan heta niha jî bêdeng e.

Rêveberiya Xweser, bi Hevpeymaniya Navdewletî û Rûsyayê re pêwendî danî

Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê ragihand ku Rêveberiya Xweser, bi berpirsên operasyonên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê re pêwendî daniye.

Emîne Osê destnîşan kir wan “ji bo nîşandana ziyanên ku gihiştine navend û avahiyên ku xizmetguzariyê ji xelkê re peyda dikin” bi Rûsyayê re jî pêwendî daniye.

Emîne Osê nîşan bi wê yekê da ku hêzên bi dosyeya Sûriyeyê pêwendîdar in çavên xwe ji êrişên artêşa Tirkiyeyê digirin û rewşa herêmê piştguh dikin.

Helwesta wan şermezar kir

Cîgira Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser, helwesta dewletên endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li hemberî êrişên Tirkiyeyê şermezar kir.

Dibe ku DAIŞ dîsa çalak bibe

Emîne Osê hişyarî daku dê ev bêdengî bibe sedema ku DAIŞ careke din li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalak bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 219 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:11:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x