Rêveberiya Xweser vekirina Balafirgeha Qamişloyê ragihand û Şamê red kir

Rêveberiya Xweser ragihand ku ji bo Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê birêvebiriyeke giştî ava bike.

22.06.2025, Paz - 18:46

Rêveberiya Xweser vekirina Balafirgeha Qamişloyê ragihand û Şamê red kir
Nuçe Belav bike

Lê belê, Desteya Giştî ya Firokevaniya Sivîl a Sûriyeyê vê yekê red kir û got, "Birêvebirina wê tenê di bin desthilata me de ye."

Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê ragihandibû ku wan Balafirgeha Qamişloyê nûjen kiriye û ji niha û pê ve balafirgeh dê ji aliyê aborî û îdarî ve girêdayî Meclisa Cîbicîkar a Rêveberiyê be.

Lê belê, Desteya Giştî ya Firokevaniya Sivîl a Sûriyeyê ragihand ku Balafirgeha Navneteweyî ya Qamişloyê niha ji ber sedemekê girtî ye.

Di bersiva daxuyaniya Rêveberiya Xweser a derbarê birêvebirina Balafirgeha Qamişloyê de, Desteyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ew "aliyê tekane yê qanûnî ye ku ji bo birêvebirin û xebitandina balafirgehan li Komara Erebî ya Sûriyeyê hatiye erkdarkirin, her wiha ji bo birêkûpêkkirina tevgera asmanî di nav esmanê Sûriyeyê de ku ev yek derxistin an jî sererastkirina her agahdariyeke firokevaniyê di nav xwe de digire."

Desteyê her wiha aşkere kir ku Balafirgeha Qamişloyê li hemberî her cure tevgereke asmanî girtî ye, û biryara xebitandin an jî bikaranîna wê tenê ji aliyê wan ve tê dayîn got:

"Her hewldaneke ji bo bikaranîna balafirgehê bêyî hemahî û erêkirina fermî, wekî binpêkirineke eşkere ya wan yasa û rêziknameyên navneteweyî tê dîtin ku karûbarên firokevaniya sivîl birêkûpêk dikin."

Balafirgeha Qamişloyê

Piştî destpêkirina krîza Sûriyeyê di sala 2012an de, kontrola rejîma Sûriyeyê li ser balafirgehê gelekî lawaz bibû.

Demek berê jî, wêneyên tabelayên nû yên balafirgehê hatibûn belavkirin ku bi zimanên Kurdî û Erebî hatibûn nivîsandin.

Balafirgeha Qamişloyê pêşwaziya geştên asmanî yên ji balafirgehên din ên Sûriyeyê dike.

Avahiya balafirgehê ji çendîn holên taybet bi geştyarên hat û çûnê pêk tê, her wiha çendîn nivîsgehên xizmetguzariyê yên curbicur tê de hene.

Pîst û rêgeha wê ya danînê hatiye bipêşxistin da ku bikaribe pêşwaziya hemû cureyên balafiran bike.

Her wiha sîstemên wê yên rêberiya firokevaniyê (navigation), binesazî û xizmetguzariyên wê li gorî pîvanên herî nû yên navneteweyî hatine nûjenkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 89 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:15:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x