Pizîşkiyan: Amerîka piştî têkçûna Îsraîlê hat meydanê

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan, piştî ku firokeyên şer ên Amerîkayê li sê binkeyên etomî yên wî welatî dan, Amerîka weke “motora sereke yê dijminatiyê” bi nav kir. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî êrîş piştrast kir û weke “gelekî serkeftî” pênase kir.

22.06.2025, Paz - 18:48

Pizîşkiyan: Amerîka piştî têkçûna Îsraîlê hat meydanê
Nuçe Belav bike

Ber destê sibê îro firokeyên şer ên Amerîkayê her sê binkeyên etomî yên Îranê yên li Fordo, Netenz û Îsfehanê bombebaran kirin.

Piştî êrîşê, Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan daxuyaniyek belav kir û ragihand: "Ev êrîşa Amerîkayê nîşan dide ku ew li pişt êrîşên Îsraîlê motora sereke ne û piştî têkçûna Îsraîlê, ew bi xwe hatin qadê."

Pizîşkiyan amaje bi wê yekê jî kir, ev kiryar piştrast dikin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê "motora sereke" yê karên dijminane ne ku Îsraîl li dijî Komara Îslamî ya Îranê dike.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Pizîşkiyan got: "Destdirêjiya li ser welatê me, tevî ziyana ku gihandiye me bi kuştina hejmarek ji serkirde, zana û welatiyên me, divê bibe handanek ji bo ku em nakokiyan deynin aliyekê û sûdê ji enerjiya mezin a gel werbigirin. Gelê Îranê gelek caran amadebûna xwe nîşan daye ku di rêya berevaniyê de can û mala xwe feda bike ji bo parastina ax û serweriya welat."

Ji aliyê xwe ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê êrîşê de li ser tora civakî ya 'X' nivîsî: "Me êrîşa xwe ya gelekî serkeftî ya li ser sê binkeyên etomî yên Îranê, ku Fordo, Netenz û Îsfehan li xwe digirtin, bi dawî kir. Hemû firoke niha li derveyî asmanê Îranê ne. Bareke tijî bombe li ser binkeya sereke ya Fordo hate valakirin."

 

Vî nûçeyê tevayî: 70 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:25:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x