Medyaya Amerîkayê: Niyeta Amerîkayê nîne Hikûmeta Îranê birûxîne

Medyaya Amerîkayê diyar kir ku Washintonê peyamek şandiye ji Tehranê re û ragihandiye ku ew dê êrişeke din neke û plana wê nîne ku hikûmeta wî welatî birûxîne.

22.06.2025, Paz - 18:42

Medyaya Amerîkayê: Niyeta Amerîkayê nîne Hikûmeta Îranê birûxîne
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekê ji kanala Amerîkî CBS Newsê re got, "Amerîkayê roja şemiyê, bi rêyên dîplomatîk pêwendî bi Îranê re daniye, da ku jê re bêje ku hemû planên Amerîkayê tenê ev êrişên esmanî bûn û hewldana ji bo guhertina rejîmê di planê de nîne."

Hefteya borî, hejmarek berpirsan ji medyaya Amerîkayê re gotibûn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, planeke Îsraîlê ya ji bo kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî red kiriye.

Li gorî gotina berpirsên Amerîkayê, êriş saet 02:30ê berbanga roja yekşemê bi dema Tehranê, bi rêya balafirên bombeavêj ên B-2 li dijî Bingeha Atomî ya Fordoyê dest pê kir.

Balafiran bombeyên stargehan têk dibin (GBU-57) avêtin ser Bingeha Atomî ya Fordoyê ku ji bo Amerîka û Îsraîlê armanca herî dijwar bû û 80 heta 90 metreyan di binê çiyayên bajarê Qumê de ye.

Her wiha keştiyên binavê yên Amerîkayê ji sînorên avî yên Kendavê, nêzîkî 30 mûşekên Tomahawk avêtin bingehên Netenz û Îsfehanê.

Trump di parvekirineke xwe de li ser tora civakî ya Truth Social ragihand, "Ev ji bo Amerîka, Îsraîl û cîhanê kêliyeke dîrokî ye. Pêwîst e Îran niha razî be ku dawî li vî şerî bîne. Spas."

Pişt re Trump ji gelê Amerîkayê re axivî û got, "Saziyên sereke yên meyandina uranyuma Îranê bi temamî û hetahetayê hatin jinavbirin û her wiha hişyarî da Îranê ku divê bi Îsraîlê re aştiyê ragihîne.

Serokê Amerîkayê her wiha got, "An dê aştî hebe, an jî dê ji bo Îranê bibe trajediyeke ku ji ya 8 rojên borî de dîtiye pir mezintir be.

Bînin bîra xwe, hêj gelek armanc mane. Eger aştî bi lez pêk neyê, em dê bi hûrî, bi lez û jêhatîbûnê li pey wan armancan biçin."

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di parvekirineke xwe de li ser tora civakî ya X ragihand ku li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî, "Hemû vebijêrk li ber destê Îranê ne ji bo ku parastina serwerî, berjewendî û gelê xwe bike."

Eraqçî dibêje, Amerîkayê bi wê êrişê "binpêkirineke metirsîdar li dijî Peymana Neteweyên Yekbûyî kiriye."

Îranê berê soz dabû ku eger Amerîka bikeve nav şerê ku bi êrişa Îsraîlê ya 13ê Hezîranê li ser Îranê dest pê kiribû, ew dê tolê ji berjewendiyên Amerîkayê hilîne.

Trump di parvekirineke xwe ya li ser torên civakî de hişyarî da û got, "Her tolhildaneke ji aliyê Îranê ve li dijî Amerîkayê were kirin, dê bi hêzeke ku ji ya îşev hatiye dîtin pir mezintir be bersiv were dayîn."

"Uranyuma meyandî hatiye derxistin"

Alîkarê Rêveberê Televîzyona Fermî ya Îranê Hesen Abidînî eşkere kir ku berî ku bingehên atomî yên Fordo, Netenz û Îsfehanê ji aliyê Amerîkayê ve werin bombebarankirin, uranyuma wan ji bo cihekî din hatibû veguhestin.

Hesen Abidînî got, "Uranyuma meyanî ji wan 3 navendên atomî hatiye derxistin û ti madeyek li wir nemaye ku di egera armancgirtinê de bibe sedema belavbûna tîrêjên atomî, yan jî zererê bide welatiyên me."

Rojnameya Amerîkî Washington Postîê jî di heman demê de di raporekê de amaje bi wê yekê dike ku du roj berî êrişan, Îranê uranyuma meyandç ji bingeha atomî ya Fordoyê derxistiye.

Rapor hejmarek wêneyan nîşan dide ku ji aliyê peykên destçêkirî ve hatine girtin û tevgera neasayî ya hejmarek kamyonan li bingeha atomî ya Fordoyê nîşan didin.

Di 19ê Hezîranê de, 16 kamyon li ser rêya ku ber bi tûnela binê erdê ya bingeha atomî ve diçe, hatine dîtin.

Wêne nîşan didin ku rojek piştî wê, kamyonan bingeha atomî bi cih hiştiye û ber bi bakurê rojava ve çûne.

Her wiha, hejmarek kamyon û buldozerên din li ber derê tûnelê hatibûn rawestandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 81 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:10:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x