Silêmanî: Li Şarbajêrê dronek ket

Dronek li gundekî sînorî yê qezaya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê ket xwarê.

22.06.2025, Paz - 18:44

Silêmanî: Li Şarbajêrê dronek ket
Nuçe Belav bike

Qaymeqamê qezaya Şarbajêrê Ferhad Salih  ji ajansa Rûdawê re got,"Dron îro li goristana gundê Bêwrê ketiye xwarê. Dron bûye çend perçe lê neteqiya ye.

Qaymeqamê Şarbajêrê Ferhad Salih eşkere kir ku ji ber ketina dronê ti ziyaneke maddî û canî çênebûye.

Di şerê navbera Îran û Îsraîlê de ku ev 10 roj in berdewam e, gelek dron û bermahiyên mûşekan li ser sînorê Herêma Kurdistanê ketine xwarê.

Ferhad Salih da zanîn ku em nizanin drone ya ku derê ye û ji kîjan welatî hatiye.

Doh jî du dronên din li ser sînorê Silêmanî û Hewlêrê ketin xwarê lê ti ziyanên canî çênebûn.(Rudaw)

 

Vî nûçeyê tevayî: 120 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:50:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x