Dengê Amerîkayê (Voice of America), bi zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî weşan dikir.
Servîsa Kurdî ya Dengê Amerîkayê sala 1992yan dest bi weşanê kir û stasyona radyoya VOA Kurdiyê di nasandina doza Kurdan a li cîhanê de roleke mezin lîst.
Rojnamegerê Kurd ê VOAyê Robîn Reşvan ji ber girtinê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirinek kir.
Robîn Reşvan diyar kir ku ew ji ber biryara girtinê xemgîn e û da zanîn:
“Piştî 16 salan, karê min ê li Voice of Americayê îro bi fermî dawî bû.
Îro ji 639 karkerên Voice of Americayê re hat gotin ku ew ji kar hatine derxistin, ev jî tê wateya ku ez jî êdî naxebitim. Û Voice of America êdî nîne...”
DEM Partiyê bertek nîşan da
Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayyîp Temel ku berê parlamenterê Wanê bû, li hemberî girtina VOA Kurdiyê bertek nîşan da.
Temel li ser hesabê xwe yê Xê parvekirineke bi Kurdî kir û da zanîn ku “biryar xeletiyeke mezin a Rêveberiya Washingtonê ye”.
Trump biryara girtina tevahiyê dabû
Serokê Amerîkayê Donald Trump mehên borî, ji bo girtina Voice of America/VOAyê ku bi fonên federal tê fînansekirîn û ji 80 salan zêdetir e weşanê dike biryarnameyek îmze kiribû.
Birêvebiriya Koşka Spî wekî sedema biryarê nîşan dabû ku birêvebiriya VOAyê dema behsa çekdarên Hemasê dike nabêje “terorîst”.
Li ser daxwaza li hemberî biryarê dadgehê biryara girtinê ragirtibû.
Dadwer hewldana birêvebiriya Trump a ji bo girtina VOAyê û saziyên din ên nûçeyan ên bi piştgiriya dewletê wekî li dijî yasayan bi nav kiribû.
Dadwer Royce Lamberth da zanîn ku biryar li hemberî yasayan e û biryar da ku sazî karê xwe bikin.
Di biryarê de hatibû destnîşankirin ku ji ber biryarên birêvebiriya Trump, VOA di 80 saliya xwe de cara yekem e nikare weşanê bike.