Rêveberiya Xweser zarokek radestî şandeke New Zealandê kir

Şandeke New Zealandî serdana Rojavayê Kurdistanê kir û zarokekî malbateke New Zealandî ya DAIŞê ji Rêveberiya Xweser wergirt.

08.05.2023, Pts - 05:58

Rêveberiya Xweser zarokek radestî şandeke New Zealandê kir
Nuçe Belav bike

Şanda New Zealandê ya bi serokatiya nûnerê Konsulê taybet yê Hikûmeta New Zealandê James Monro, bi desteya peywendiyên derve ya Rêveberiya Xweser re civiya.

Berpirsê New Zealandî got, welatê wî rêzê li qurbaniyên Rêveberiya Xweser ên di şerê li dijî DAIŞê de, pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo kampan digire.

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Peywendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser di wê civînê ji şanda mêvan re tekezî li ser berdewamiya karê xwe kir, bi taybetî mijara radestkirina endamên malbatên DAIŞê yên biyanî ji bo welatê wan.

Di kampên Holê û Roj ên Rêveberiya Xweser de malbatên endamê DAIŞê dijîn ku hejmareke zêde ya welatên Ewropî jî tê de hene.

Kampa Holê

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101 kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne. Ji seddi 39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji sedan 46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in. Ji seddi 15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat hene û sedan 96 ji wan jin û zarok in, sedan 66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in. Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in. 77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin. 12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 283 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x