Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand ku di operasyona Artêşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê ragihand ku di operasyona Artêşa Tirkiyeyê li dijî Efrînê yek jê xityarekî 75 salî, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Di nûçeye SANAyê de hat gotin, "Artêşa Tirkiyeyê û hêzên wê yên bi pere îro danê sibehê li herêma Mabatli êrişî gundan kir. Di encama êrişê de yek jê 75 salî 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Herwiha sivîlekî navsere birîndar bûn û hindek malana jî zirar dît."
Li gorî SANAyê di êrişa Artêşa Tirkiyeyê ya li dikî navenda tenduristiya ya li Cindirêsê xebatkarekî tenduristiyê jiyana xwe ji dest û li navenda tendursitiyê jî xisar pêk hat.
SANAyê demek berê jî ragihandibû ku li Efrînê di encamdana topbarana Artêşa Tirkiyeyê de 2 zarok birîndar bûne.
Artêşa Tirkiyeyê ji 20 Berfenbarê ve li dijî Efrînê dest bi operasyona leşkerî kiriye û li gor daxuyaniya Encûmana Tendirustî ya Efrînê heta niha bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne.