Artêşa Tirkiyê îro jî bi dronan êrîşên xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê berdewam kir
Artêşa Tirkiyê îro jî bi dronan êrîşên xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê berdewam kir û li gor medyaya nêzîkî HSD û Rêveberiya Xweser, baregeha hevbeş a HSDê û hêzên Rûsyayê li bajarokê Til Temirê hatiye bombebarankirin.
Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihandiye, îro Çarşembê 23ê Mijdara 2022an dronên Tirkiyê baregeha hevbeş a HSD û hêzên Rûsyayê ya li navçeya Til Temirê bombebaran kirin.
Ajansa Hawarnewsê (ANHA) ragihandiye, Di encama êrîşê de şervanekî HSDê canê xwe ji dest daye û şervanekî din jî birîndar bû.
Li gor agahiyan, dema şervanan berê xwe dan cihê bombebaranê daku birîndaran rakin, careke din êriş hatiye kirin.
Ajansa NPA ku nêzîkî Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ye, behsa êrîşa esmanî ya îro kiriye û ragihandiye, di encamê de du kesan canê xwe ji dest dane û 3 kesên din birîndar bûn.
Li gor medyaya nêzî Rêveberiya Xwesr, cihê hatiye bombebarankirin, bargeha hevbeş a HSDê û hêzên Rûsyayê ye.
Derbarê mijarê de heta niha ne HSD û Rêveberiya Xweser û ne jî Rûsyayê ti daxuyanî belav nekirine.