Yekem car e rayedareke pilebilind a NYyê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Rêveberiya Xweser ragihand ku Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Fionnuala Ni Aolain serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

27.07.2023, Per - 05:52

Yekem car e rayedareke pilebilind a NYyê serdana Rojavayê Kurdistanê kir
Nuçe Belav bike

Raportora Taybet a Mafên Mirovan û Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî Fionnuala Ni Aolain serdana Rojavayê Kurdistanê kir.

Rêveberiya Xweser li ser serdana Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Fionnuala Ni Aolain û şanda pê re daxuyaniyek belav kir.

Di daxyaniye de hat ragihandin ku şanda Neteweyên Yekbûyî bi hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd û Semer El Ebdullah, endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm re civiyaye.

Rêveberiya Xweser bal kişand ser wê yekê ku ev cara yekem e ku berpirseke pilebilind a Neteweyln Yekbûyî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û serdan ji 16 heta 19ê Tîrmehê berdewam kir.

Li gorî daxuyaniyê rewşa niştecihên kampên Hol û Roj û vegerandina biyaniyên di kampan de hatiye niqaşkirin.

Herwiha Rêveberiya Xweser da zanîn ku şanda Neteweyên Yekbûyî di nava du rojan de serdana hemû navendên girtinê, navendên sererastkirinê û kampên li rojavayê Kurdistanê kirine.

Rêveberiya Xweser tekez kir ku ev serdan gelek girîng e ji bo bang li civaka navneteweyî bike ku erka xwe li hember rewşên navendên girtinê û kampan pêk bîne.

Li aliyê din Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew nikarin bi tenê vî barî rake û bang li civata navneteweyî ku hevkar be û çareseriyeke giştî ji pirsgirêka bi hezaran malbatên li kampan dimînin re ku ji zêdetirî 60 welatî ne, peyda bike.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de got “Ji bo mafên mexdûran û pêkanîna dadmendiya civakî û navneteweyî, terorîstên biyanî yên ku li van navendan hatine ragirtin û barê ewlekarî û lojîstîkî ji Rêveberiya Xweser re çêdikin, bên darizandin. Ji bo zarokên ku di nav şert û mercên zehmet de mezin dibin, pir girîng e ku bernameyên perwerdehiyê werin pêşxistin.

Di dawiya daxuyiyê de Rêveberiya Xweser ji serdana şandeyê bi hêvî ye ku deng û bangên wan bighîne civaka navneteweyî da ku erka xwe li hember vê dosyayê pêk bîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 214 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:04:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x