Îran: Malbat daxwaza hilweşandina cezaya darvekirina xwepêşanderan dikin

Bi dehan malbatên kuştiyên xwepêşandanên sala borî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxwazê ji çalakvan û rêxistinên mafên mirov dikin, hewl bidin cezayê darvekirinê yê xwepêşanderan bê hilweşandin.

27.05.2023, Cts - 10:16

Îran: Malbat daxwaza hilweşandina cezaya darvekirina xwepêşanderan dikin
Nuçe Belav bike

Heştê malbatên kuştiyên sala borî di daxuyaniyekê de dibêjin: “Em hemû dixwazin cezayê darvekirinê bê hilweşandin.” Belavkirina vê daxuyaniyê di demekê de ye, heta niha hikûmeta Îranê 7 kes ji desteserkiriyên xwepêşandanên sala borî darve kirine.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, roja 12ê Gulana 2023an belav kiribû ku jiyana 12 desteserkiriyên siyasî di metirsiyê de ye. Çend hefte ye Komara Îslamî ya Îranê proseya darvekirinê bileztir kiriye û ew yek jî bûye sedema nîgeraniya kesûkarên wan kesên cezayê darvekirinê li ser ewan hatiye ferzkirin.

Her 80 malbat daxwazê ji “mirovên rêzdar, hemû rêxistin û saziyên mafên mirov li hemû cîhanê dikin ku hewl bidin cezayê darvekirinê bê hilweşandin û xweştiviyên wan bên rizgarkirin.”

Li gor hejmara niştecihan, Îran piştî Çînê dûyem welatê cîhanê ye di darvekirina xelkê de. Ew malbat ku hemû niştecihên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne, “darvekirin wek tolhildana ji xelkê nerazî” pênase kirine ku bi slogan “Jin, Jiyan, Azadî” rijiyan ser cadeyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 511 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:47:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x