Li Rojhilatê Kurdistanê, Kurdan di hilbijartinên parlamentoya Îranê de ji 12 kursiyên parêzgeha Urmiyeyê 7 bi dest xistin.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê bi rê ve çûn.
Kurdan li seranserê Urmiyeyê ji 12 kursiyên parlamentoyê 7 bi dest xistin
Li navenda bajarê Urmiyeyê ji 3 berbijêrên serketî, 2 Kurd in.
Bi wê sedemê xelkê li wî bajarî daket ser cadeya û keyfxweşiya xwe nîşan da.
Piştre henek alozî derketin.
Çavkaniyekê ji Umriyeyê ji ajansa Rûdawê re got, alîgirên berbijêrekî Azerî ji bo gencên Kurd astengî çêkirin û henek rewş aloz bû.
Bi gotina heman çavkaniyê piştre hêzên ewlehiyê jî midaxele kir.
Parlamenterên serketî yên Kurd jî ji wan Kurdan xwest ku vegerin malên xwe û rewşê aram bikin.
Li 3 bajarên ku Kurd û Azerî bi hevre dijîn, 4 berbijêrên Kurd bûn parlamenter.
Ew jî li bajarên Urmiye 2 Kurd, li Makoyê ku yek kursiyê wî heye ew jî bû pişka Kurdan.
Herwiha kursiyên Şino û Nexedeyê Kurdan bi dest xistin.
Yekem car e ku Kurdek dibe Parlamneterê bajarê Makoyê û cara yekem e jineke Kurd li bajarê Urmiyê bû parlamenter.