Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê ji bo xelata Nobel a Aştiyê hat namzedkirin

Serokê Rêxistna Mafên Mirovan a Kurdistanê, Mihemedsidîq Kebûdwend ku 10 sal e di zîndanên Îranê de girtî ye, ji bo wergirtina xelata Nobel a Aştiyê hat kandîdkirin.

09.03.2017, Per - 17:34

 Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê ji bo xelata Nobel a Aştiyê hat namzedkirin
Nuçe Belav bike

Serokê Rêxistna Mafên Mirovan a Kurdistanê, Mihemedsidîq Kebûdwend ku 10 sal e di zîndanên Îranê de girtî ye, ji bo wergirtina xelata Nobel a Aştiyê hat kandîdkirin.

Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Partiya Sosyalîsta Çep a Norwêjê ve bo wergirtna xelata Nobel a Aştiyê hate namzedkirin.

Li gorî agahiyan, li ser daxwaza Komîteya Karkirin bo Pêdana Xelata Nobel a Aştiyê bi Mihemedsidîq Kebûdwend , parlamenterekî Partiya Sosyalîsta Çep a Morwêjê navê Kebûdwend weke namzedê wergirtna xelata Nobel a Aştiyê tomar kiriye.

Mihemedsidîq Kebûdwend xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û Serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ye. Ji ber çalakiyên wî yên bo parastina mafên mirov li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatiye girtin û zêdetirî 10 salan e ku di girtîgehê de ye.

Biryar e li welatên Ewropayê, ji bo piştgiriya pêdana xelata Nobel a Aştiyê bi kebûdwend, kempînek destpê bike.

Pêştir jî 3 caran Kebûdwend ji bo wergirtina xelata Nobel a Aştiyê hatibû namzedkirin, lê ew xelat bi wî nehatibû dayîn.

Heyama 10 sal û 6 mehan e ku Kebûdwend zîndanî ye û biryar e heta meha Gulan a îsal cezayê wî yê girtîgehê bi dawî bibe.

Her çend li gorî yasaya cezakirinê ya Îranê, zîndanî dikarn 3 mehan berî temambûna heyama cezaya xwe werin azadkirin, lê belê daxwaza Kebûdwend ji bo azadkirina wî 3 mehan berî bi dawî hatina heyama zîndanê, ji aliyê dezgeha Dadê ya Îranê ve hatiye redkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1642 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:49:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x