Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî dest pê kir

Li bajar û navçeyên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xelkê wek nerazîbûnekê li hember kuştina xwepêşanderan dikan û bazar venekirine.

05.12.2022, Pts - 10:17

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî dest pê kir
Nuçe Belav bike

Di çend rojên bihorî de gelek rêxistinên mafên mirovan, çalakvan û herwiha saziyên sivîl û partiyan bangewaziya lidarxistina greva gitşî li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bo her sê rojên 5,6 û 7ê Kanûnê kirin.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî ve, li ser wan bangewaziyan ji îro Duşembê 5ê Kanûna 2022an ve greva giştî li hejmarek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kiriye.

Li Rojhilatê Kurdistanê li parêzgeha Sine li bajarên Sine, Kamêran, Dîwandere, Bane, Qurwe, Dêwlan, Seqiz, Merîwan, li parêzgeha Kirmaşanê li bajarên Kirmaşan, Pawe, Ciwanro, Giyela Riwanser, li parêzgeha Îlamlê li bajarên Îlam, Awdanan û Serawle, li parêzgeha Urmiyê li bajarên Urmiye, Şino, Mihabad, Tikab û Bokanê greva giştî ye.

Herwiha li Îranê jî, li Tehran, Îsfehan, Tewrêz, Erdebîl, Erak, Kirman, Kazron, Şîraz, Bender Ebas, Reşt, Zahidan û bajar û bajarokên ser bi wan parêzgehan greva giştî ye. Li hemû wan bajarên amaje pê hatiye kiriin, videoyên greva wan hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 217 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:22:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x