Nûnerê Mihabadê li Parlamentoya Îranê: Hikûmetê leşker anîne ser bajarên Kurdan

Parlamenterê bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê di parlamentoya Îranê de ragihand, hikûmetê leşker anîne ser bajarên Kurdan û bi teqekirinê û nivîsandina dirûşman li ser dîwarên malan xelkê navçeyê ditirsînin. Celal Mehmûdzade ji desthilata Îranê xwest, dawî li wê reftara ligel bajarên Kurdan bîne û givaşên li ser xelkê rawestîne.

28.11.2022, Pts - 12:29

Nûnerê Mihabadê li Parlamentoya Îranê: Hikûmetê leşker anîne ser bajarên Kurdan
Nuçe Belav bike

Roja Yekşembê 27ê Mijdara 2022an nûnerê Mihabadê li Parlamentoya Îranê Celal Mehmûdzade amaje bi xwepêşandanên li Mihabadê û Rojhilatê Kurdistanê kir û berovajî hikûmetê, ew xwepêşandan wek “xwepêşandanên gelêrî” bi nav kir û got, tenê di xwepêşandanên li Mihabadê de 13 welatiyên Kurd bi guleyên hêzên Îranê hatine kuştin.

Mehmûdzade diyar kir, li gor amarên nefermî, li Rojhilatê Kurdistanê 105 kes ji xwepêşanderan hatine kuştin û daxwaz ji Serokkomarê Îranê û Wezîrê Navxwe yê wî welatî kir, bersiva pirsên xelkê bidin.

Nûnerê Mihabadê li parlamentoya Îranê da xuyakirin, “dema ku wî xwestiye dosyeyên wan kesên di xwepêşandanên Mihabadê de canê xwe ji dest dane bişopîne, desthilatê li dijî wî gilî tomar kiriye.”

Celal Mehmûdzade di axaftina xwe de ragihand, “hikûmetê leşker aniye ser bajarên Kurdan û niha rewşa bajaran bi temamî emnî ye û hêzên çekdar bi şev teqeyan li malên xelkê dikin û ji bo tirsandina xelkê dirûşm li ser dîwaran dinivîsin.”

Nûnerê Mihabadê li Parlamentoya Îranê daxwaz dike, dawî li wê reftara ligel xelkên navçeyên paşguhxistî bê rawestandin û dawî li zextên li ser xelkê bê danîn.

Axaftina Nûnerê Mihabadê di civîna parlamentoya Îranê de:

“Hişyariya min bo Serokkomar û Wezîrê Navxwe ye. Di nerazîbûnên medenî yên meha bihorî de li Mihabadê 13 kes û li gor amarên nefermî li navçeyên Kurdî jî 105 kes hatine kuştin. Birêz Wehîdî, hûn wek wezîrê navxwe û serokê Encûmena Asayişa welat, divê hûn bersiva wê rewşê bidin û ew cara çendem e ku em daxwaz dikin, ewên bi guleyên cengî teqe li xelkê dikin, bidin naskirin û wan bidin dadgehê. Lê mixabin li şûna lêkolînkirina mafên mirovan di nava sîstema dadwerî de, ez weke nûnerê kesên ku lêkolînan li ser pirsan dikim, di heman sîstema dadwerî de doz li min hatiye vekirin. Herwiha şandina leşkeran û emnîkirina bajarê Kurdan bi taybet Mihabadê, desteserkirina xelk bê ti sedeman, êrîşkirina şevane bo ser malê xelkê, jinavbirina kelûpelên nav malê û otomobîlên wan, nivîsîna dirûşman li ser dîwarên malên xelkê , çêkirina tirs û aloziyê û danîna xalên pişkinînê li ketin û derketina bajarên Rojhilatê Kurdistanê kelûpelên û pişkinîna kelûpelên taybet ên xelkê wek destpêka şoreşê, sedem çî ye? Birêz Wehîdî, çima dawî li wan zextan û emnîkirina navçeyên Kurdan nahînin?”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 184 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:15:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x