Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê li hev kirin

Rêveberiya Xweser aşkere kir ku wan li gel rejîma Sûriyê gihiştine rêkeftinê û artêşa Sûriyê dê li ser tevahiya sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyê de bicih bibe.

13.10.2019, Paz - 20:28

Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê li hev kirin
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kir û amaje bi wê kir, “Em li gel hikûmeta Sûriyê gihiştin rêkeftinê ji bo ku Artêşa Sûriyê bi dirêjahiya sînorê Sûriyê û Tirkiyê bich bibe. Ji bo ku hevkariya Hêzên Sûriya Demokrat bike bo rûbirûbûna li hember wê êrişê û ji bo rizgarkirina wan navçeyên ku artêşa Tirkiyê û kirêgirtiyan kontrol kirine.”

Berî niha jî Serokê Dezgeha Berevaniyê ya Kobaniyê ragihandibû ji ber ti kes guh bi hawar û bangewaziyên wan neda, ew li gel hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê rêkeftin.

Serokê Dezgeha Berevaniyê ya Kobaniyê Ismet Şêx Hesen aşkere kiribû, “Me bangewazî li hemû welatan, heta welatên navdewletî û Komkara Erebî ku me bangewazî li wan jî kir û ew jî kom û bûn gotinên xwe kirin. Lêbelê ti kesî nekarî derdê me derman bike, ji ber hindê em bi xwe derdê xwe çareser dikin.”

Medya fermî ya Sûriyê jî diyar kir, Artêşa Sûriyê ber bi bakurê Sûriyê ve ketiye nav tevgerê bo rûbirûbûna êrişa Tirkiyê.

Serokê Dezgeha Berevaniyê ya Kobaniyê herwiha got, “Dema ku me digot ti kes piştevanê me nîne û pêwîst e Kurd li kêleka hev bisekinin û bikarin hevkariya hev bikin, kesê bawerî bi me nedikir. Dibînin êrişî me dikin û ji me re dibêjin em nikarin piştevaniya we bikin. Ji ber wê yekê em û rejîm û rûsî rêkeftin, biryare vê êvariyê bigihijin nav Kobanê.”

Ismet Şêx Hesen amaje bi wê jî kir, “Divê em baweriya xwe bi kesê neyînin û mil bi milê hev bisekinin û her kes çeka xwe hilgire û di amadebaşiyê de be.”

Hevdem li gor daxuyaniyeke binkeya serbazî ya Rûsyayê Hmeymimê, hêzên Artêşa Sûriyê diçin bo nav Minbic û Kobaniyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1014 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:47:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x