10 xwendekarên keç dê nûneratiya Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê bikin

Li Brîtanyayê 10 xwendekarên keç ên Kurd dê nûneratiya Herêma Kurdistanê di bernameya Chevening de bikin ku bernameya salane ya bûrsa wî welatî ye.

25.10.2022, Sal - 11:24

10 xwendekarên keç dê nûneratiya Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê bikin
Nuçe Belav bike

Kalî Yasîn Kerîm ku xwediyê bawernameya masterê di warê nirxandina siyasetê de ye û yek ji 10 xwendekarên keç ên Kurd e ji Rûdawê re axivî û got, “Li Herêma Kurdistanê 10 keç hene ku bursa Chevening wergirtine. Her yek ji me dê li bajarekî cuda û li zanîngehên cihê beşdarî bernameyê bibin. Em dê nûneratiya Herêma Kurdistanê di bernameya Chevening de bikin.”

Kalî Yasîn Kerîm dibêje: "Bername bêtir ji bo naskirina hev di nav xwendekaran de bû, wan jî di derbarê bûrsê de hin agahî dan me û piştre serokê Chevening û hin berpirsên payebilind ên hikûmeta Brîtanyayê hinek agahî ligel me parve kirin."

Xwendekara Kurd diyar kir ku di bernameyê de her sal ji bo hemû kesên ku bursa werdigirin çalakiya pêşwazîkirinê li dar dixe û got, "Çalakî li Londonê bû û em jî wek xwendekarên Kurd beşdarî çalakiyê bûn."

Kali Yasîn diyar kir ku îsal zêdetirî 60 hezar xwendekar ji welatên cîhanê serî li bernameya Chevening dane lê tenê hezar û 400 xwendekar ji bo bûrsê hatine wergirtin.

Bursa Chevening, ku her sal ji aliyê hikûmeta Brîtanyayê ve ji xwendekarên ku dixwazin ji bo destûrnameyek masterê bixwînin tê dayîn, defeta xwendina li Brîtanyayê bi bursekê pêşkêşî dike. Serketiyên bernameyê ji aliyê Balyozxaneyên Brîtanya û û Komîsyonên Bilind ên li çaraliyê cîhanê ve têne hilbijartin.

Li gelek welatên cîhanê, her xwendekarek ku xwedî lîsansê ye, dikare serlêdana xwe bike, lê şert û merc ew in ku Îngilîzî hîn bibin û ji zanîngeheke Brîtanyayê bên qebûlkirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 328 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:25:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x