Dr. Feryad Fazil: Kesê zimanê xwe bi başî nezane, nikare zimanekî din bi başî fêr bibe

Serokê Enstîtuya Xwendina Kurdî ya li Berlînê Dr. Feryad Fazil diyar kir, ew ji ber fermana derbarê zimanê Kurdî de, spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dike.

22.02.2023, Çar - 05:41

Dr. Feryad Fazil: Kesê zimanê xwe bi başî nezane, nikare zimanekî din bi başî fêr bibe
Nuçe Belav bike

Dr. Feryad Fazil beşdarî Jûrî Hewal a Kurdistan24ê bû û ragihand: “Par li Hewlêrê, min di konferansekê de bal kişand ser wê yekê ku tabloyên li Hewlêra paytext hatine daliqandin, mixabin zimanê Kurdî tê de tune ye, herwiha min behsa wê yekê jî kir ku hemû wan kesên têne Herêma Kurdistanê û demeke dûr û dirêj dimînin, divê fêrî zimanê Kurdî bibin.”

Fazil bal kişand ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya derbarê zimanê Kurdî de û got: “Ez spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dikim, ev du mijar kirin du ferman, ez pîrozbahiyê lê dikim.”

Serokê Enstîtuya Xwendina Kurdî ya li Berlînê destnîşan kir: “Divê hemû şaşiyên zimanî yên di bernameyên perwerdehiyê de werin sererastkirin, ji ber ku nifşên me bi şaşî fêrî zimanê dayikê dibin.”

Herwiha diyar kir, ew kesên ku zarokên xwe bi zimanên din perwerde dikin, bêguman zarokên xwe ji zimanê dayikê bêpar dihêlin û got: “Divê li temamê dibistanan, girîngî bi zimanê Kurdî were dayîn.”

Dr. Feryad Fazil eşkere dike: “Kesên zimanê xwe yê dayîkê bi başî fêr nebe, nikare zimanekî din bi başî fêr bibe.”

Îro Sêşemê 21ê Sibata 2023an, ku Roja Zimanê Dayîk ê Cîhanî ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê girîngîdana zimanê Kurdî de du ferman der kirin.

Di fermana yekem de hatiye, ji bo girîngîdana bi zimanê Kurdî wek zimanê dayîk, "me biryar da bi raspartina herdu Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî û Wezareta Perwedehiyê bi hevahengiyeke ligel akademiya Kurdî û şareza û pisporên vî warî, bi amadekirina programeke guncaw a fêrbûna zimanê Kurdî ji bo wan welatiyên biyanî yên bi mebesta karkirinê, li Herêma Kurdistanê niştecî ne".

Di fermana duyem de Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemû wezaretan raspartiye ku li gor zimanên fermî li Herêma Kurdistanê/Iraqê ya hejamra 6 a 2014an, ji bo parastina zimanê Kurdî wek zimanê sereke li Herêma Kurdistanê, karê pêwîst encam bidin ji bo nivîsîna tabloyan bi zimanê Kurdî li hemû sazî û fermangehên hikûmî û nehikûmî, nivîsingeh û nûnertî û konsulgeriya welatan, rêxistinên biyanî û kompanî û saziyên sektora taybet.

Herwiha di biryara Serokwezîr de hatiye, li hotel û cihên geştyariyê û restorantan, divê girîngî bi zimanê Kurdî were dayîn û lîsteya xwarin û rêber û rênimayan, bi zimanê Kurdî jî hebe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:47:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x