Li Mihabadê rê li ber danîna peykerê Mihemed Mamlê tê girtin

Zêdetirî salekê ye peykerê hunermendê navdar yê Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Mamlê hatiye amadekirin, lê rê nayê dayîn li bajarê Mihabadê li wan cihên ku encûmena bajêr û şaredariyê destnîşan kirine bê danîn.

14.06.2023, Çar - 05:50

Li Mihabadê rê li ber danîna peykerê Mihemed Mamlê tê girtin
Nuçe Belav bike

Peykerê Mihemed Mamlê ji aliyê peykersazê naskirî yê Rojhlatê Kurdistanê Hadî Ziyaedînî ve nêzikî salekê hatiye çêkirin, lê hîna li nav bajarê Mihabadê nehatiye danîn.

Li gorî zanyariyên ku ji Mihabadê ji Rûdawê re hatine ragihandin, encûmena bajêr û şaredariya Mihabadê di destpêkê de biryar dane li meydana ber deryê baxê Mikayîl bê danîn, lê rê nehatiye dayîn. Piştre pêşniyar hatiye kirin li rêya nû ya Tac a Bendava Mihabadê ber bi Taxa Ferhengiyan bê danîn ku biryare bibe cihekî geştyarî, lê rê nayê dayîn li wî chî jî peykerê Mamlê bê danîn.

Li gorî zanyariyan Supaya Pasdaran rê li ber danîna peykerê Mihemed Mamlê digre û daxwaz kiriye, di destpêkê de peykerekî Qasm Slêmanî di nav bajarê Mihabadê de bê danîn.

Di salên derbasbûyê de, peykerên hejmareke kesayetiyên naskirî yên Kurd ku di nav wan de Hêmîn û Hejar jî hene li nav bajarê Mihabadê hatine danîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 335 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:30:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x