Mikaîl Aslan ‘Xelata Rûmetê ya Ahmet Kaya’ wergirt

Hunermedê Dêrsimî Mikaîl Aslan "Xelata Rûmetê ya Ahmet Kaya" wergirt.

15.12.2023, Cum - 06:25

Mikaîl Aslan ‘Xelata Rûmetê ya Ahmet Kaya’ wergirt
Nuçe Belav bike

Mikaîl Alsan got, “Ez xelata xwe diyarî hemû ziman û çandên ku tevî zextan ji bo hebûnê têdikoşin dikim.”

Yekîtiya Xwediyên Karên Muzîkê yên Tirkiyeyê (MESAM) 37emîn salvegera damezrandina xwe bi gala û xelatdayînê pîroz kir.

Merasîma xelatdayînê li Otela Grand Cevahîrê ya Stenbolê hat lidarxistin.

Li merasîmê xelatên “Serkeftin”, “Destkeftina Herî Baş”, “Çapemenî”, “Rûmet” û “Xelata Taybet a Sala 35emîn” hatin dayîn.

MESAMê, li ser navê Aşik Veysel, Îbrahîm Erkal, Ahmet Kaya, Yildirim Gurses, Mahzunî Şerîf, Atilla Ozdemîroglu, Neşet Ertaş û Esîn Engîn xelatên “Rûmetê” dan.

Hunermend Mikaîl Aslan hêjayî Xelata Rûmetê ya Ahmet Kaya û Metîn Kahraman û Kemal Kahraman jî hêjayî Xelata Rûmetê ya Cem Karaca hatin dîtin.

“Ez diyarî ziman û çandên ku di bin zextan de ji bo hebûnê têdikoşin dikim”

Mikaîl Aslan di merasîmê de xelata xwe diyarî wan zimanên ku di bin zextan de têkoşîna hebûnê didin kir û got:

“Dûr, nêzîk ferq nake, li ser dilê me hemûyan şopa tiliyên Ahmet Kaya heye.

Ji bo ku wî rastî anî ziman ew hat mehkûmkirin û ji welatê xwe dûr li sirgûniyê hat veşartin.

Ez li ber wêrekî û felsefeya Ahmet Kaya bejna xwe ditewînim. Ez vê xelatê ji bo ku ti hunermendekî me neyê sirgûnkirin û li sirgûniyê çavên xwe negire distînim.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 259 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:57:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x