PAK: Bi xebat û têkoşînê û bi hêvîyên xwe em agirê newrozê geş bikin

Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) boneya 21'ê Adarê roja Newroz'ê daxûyanîyek belavkir.

21.03.2022, Pts - 08:56

PAK: Bi xebat û têkoşînê û bi hêvîyên xwe em agirê newrozê geş bikin
Nuçe Belav bike

Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) jibo 21 Adar roja Newroz'ê daxûyaniyek nivîskî weşand. PAK, daxûyanîya xwe de bal kişand liser dîrokçe û girîngiya pîrozkirina Newrôz'ê û peyamek wiha belavkir:

Newroz ji bo miletê Kurd cejn e, berxwedan e, serhildan e. Jibo miletê Kurd Newroz rojeke nû ye, destpêka azadîyê ye Newroz.

Ji rûxandina zilma Dehaqê xwînxwar heta îro, agirê Newrozê herdem ji bo azadîyê bi cûreyên cuda cuda geş bûye.

Carina li serê çîyan, li qadan, çarina di dile her Kurdekî de pêketîye agirê Newrozê. Îro jî agirê newrozê, li himberî zilma Dehaqan, bi ruhê berxwedan û serhildana Kawa bilind dibe.

Û bi dehcaran jî Kawayên nemir bi agirê Newrozê doza azadîyê geş kirîne. Kengî ku ewrên reş û tarî xwestibe welatê me bifetisîne , agire Newrozê rêya azdîyê rohnî kirîye, hêvîyên me geş kirîye.

Newroz li gel miletê Kurd, cejna hemû gelên Aryan e, herweha 21ê Adarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya Li Dijî Nîjadperestîyê ye.

Li gel hemû êrîş, xeterî û planên xêrnexwezan jî, destkeftîyên Dewleta Federe ya li Başûrê Kurdistanê, destkeftîyên li Rojavayê Kurdistanê û têkoşîna neteweyî, niştimanî ya li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, di vê roja Newrozê de jî, di doza azadî û serxwebûna Kurdistanê de ji bo geş kirina hêvîyên me pişteke mezin e.

Bawerî, hêvî, sebir, tifaq, xebat, biryardarî, têkoşîn divê her ardûyên alavîya agirê newrozê bin.

Em bi van hest û bîr û baweriyên xwe Newrozê li gelê xwe pîroz dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 692 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:26:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x