Wezîrê berê yê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê û Birêvebirê berê yê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî di 75 saliya xwe de koça dawî kir.
Baregeha Barzanî li ser wefata Kerîm Şingalî peyamek belav kir.
Serok Barzanî li ser Kerîm Şingalî anî ziman:
“Ew di qonaxên cuda yên xebata gelê me û Partiya Demokrat a Kurdistanê de her dem yek ji kadroyên jêhatî yên PDKyê û tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê bû.
Di destpêk û rabûna Şoreşa Gulanê de fermandarekî çalak û serek bû.
Her wiha di serdema xebata çiyê û piştî serhildanê û di kar û barên siyasî û îdarî û dîplomatîk de erkên xwe bi dilsozî û gelekî baş bi cih anîn.”
Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de got:
“Kerîm Şingalî Pêşmergeyê Rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê bû.
Ji bo min jî wekî hevalekî nêzîk û hevrêyê rêya xebatê bû.
Jiyana xwe di oxira doza rewa ya gelê Kurdistanê û bidestxistina armancên bilind ên gelê Kurdistanê de terxan kir, jidestdana wî ziyaneke mezin e.”
Kerîm Şingalî kî ye?
Ebdulkerîm Sultan Ebdullahê ku wekî Kerîm Şingalî tê naskirin sala 1950î ji dayîk bûye û di şoreşên Îlon û Gulanê de Pêşmergetî kiriye.
Kerîm Şingalî sala 2022yan ji bo tedawîyê çû derveyî welêt û meha Hezîranê ya 2022yan vegeriya û ji wê demê ve di bin çavdêriya bijîşkan de bû.
Dema ku Kerîm Şingalî ji bo çareseriyê çû derveyî welêt, Birêvebirê Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû.
Ji bilî Pêşmergetiyê di şoreşên Gulan û Îlonê de Kerîm Şingalî piştî Raperînê di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rola wî ya bibandar hebû.
Salên 1993-1994an Birêvebirê Giştî yê Asayîşa Herêma Kurdistanê bûye û di kabîneyên pêncem, şeşem, heftem û heştem ên Herêma Kurdistanê de jî Wezîrê Karên Navxwe bû.
Piştî ku sala 2005an Kabîneya Yekgirtî ya Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî hate damezirandin, Kerîm Şingalî wekî Wezîrê Karên Navxwe hate destnîşankirin.
Kabîneya şeşem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê sala 2009an bi serokatiya Berhem Salih û cîgiriya Azad Berwarî hate damezirandin, di wê kabîneyê de jî Kerîm Şingalî li ser heman erkê bû.
Di kabîneyên heftem û heştem ên bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de jî Kerîm Şingalî Wezîrê Karên Navxwe bû.
Kerîm Şingalî sala 1971ê beşa Yasa û Ramyariyê li Zanîngeha Bexdayê temam kir û salên 1971-1973yan li Bexdayê parêzerî kiriye.