PAK: Em Cejna Çarşema Sor a xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî Pîroz dikin

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê cejna Kurdêb Ezdî Çarşema Sor bi daxûyaniyekî pîrozkirin.Kurdên

20.04.2022, Çar - 09:57

PAK: Em Cejna Çarşema Sor a xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî Pîroz dikin
Nuçe Belav bike

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) daxûyanîya xwe ya ku cejna Kurdên Ezdî Çarşema Sor pîroz dikin da zanîn ku Cejna Çarşema Sor cejna herî mezin a Kurdên Êzidî ye.

Daxûyanîya PAK'ê wihaye: "Êzidî jê bawer dikin ku li gorî salnameya berê, di çarşema yekem ya meha nîsanê de avabûna gerdûnê temam bûye û jîyan destpêbûye. Ji ber vê jî vê rojê wek Cejna Çarşema Sor , wek Cejna Sersalê pîroz dikin.

Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî xwedîyê taybetmendiyeke dînî, kulturî, civakî û dîrokî ye.

Di dîroka xwe de xuşk û birayên me yên Kurdên Êzîdî ji ber nasnameya xwe ya olî û neteweyî tûşî gelek qetlîam û êrîş û karesatan bûne, lê wan tu carî dest ji zimanê Kurdî, dest ji nasnameya xwe ya olî, kulturî û Kurdayetiyê bernedane.

Di Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzîdî da em bangî hemû Kurdênû Kurdistanîyên li cîhanê dikîn ku li himberî zilm û neheqî û êrîşên li ser Kurdên Êzidî helwestê bigirin û rê jî nedin ku tu aliyek xwe li ser wan de bisepînin.

Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento, Serokatî , Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê ji bo birînên xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bêne alandin dê biryarên teybet bigirin. Herweha dê di bin desthilatî û serwerîya Rêvberîya Herêm Kurdistanê de hemû nirx û mafên olî, kultirî û xwe îdare kirina herêmî ya Kurdên Êzidî biparêzin, pêşde bibin û bixin bin garantîyê.

Em bi hest û bîr û bawerî û hişmendîya xwe ya neteweyî û niştimanî Cejna Çarşema Sor, Cejna Sersalê ya xuşk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî pîroz dikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 612 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:47:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x