PSK'ê, cejna 'Çarşeme Sor' pîrozkir

Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Cejna Çarşema Sor li xwişk û birayên xwe Êzîdî pîroz dikin.

20.04.2022, Çar - 13:40

PSK'ê, cejna 'Çarşeme Sor' pîrozkir
Nuçe Belav bike

(PSK) Partiya Sosyalîst a Kurdistan, Cejna Çarşema Sor bi rêya weşîna peyamekî pîrozkir.

Hêvîdar in Cejna Çarşeme Sor her usa bibe cejna azadbûna Êzîdî yên ku di destê rêxîstîna xwînxar a IŞİDê da dîl in.

Daxwazê me ev e, ku birayên me yên Êzîdî Cejna Çarşema Sor û cejnên xwe yên dînê di Şengala aram û azad da pîroz bikin.

Bi vê boneyê ve carekî dinê jî Hikumeta Herêma Kurdistanê daxwaz dikin, ku bona ci be ci kirina Peymana Şengalê, bona cigir bûna aramî û asayiş li

Şengalê û vegera Şengal bo ser Herêma Kurdistanê pirtir kar û xebatê bike.

Bi hêvîya evê ye ku bo azadî û aramî û bextewarî bo hemu birayên me Êzîdî bibe vesîyelek, Çarşema Sor pîroz be.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 589 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:21:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x