Di şeş mehan de 5 milyon geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kirine

Seroka Desteya Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Emel Celal ragihand, pêşbînî dikin ku hejmara geştyaran heta dawiya salê bilindtir bibe.

18.08.2023, Cum - 12:30

Di şeş mehan de 5 milyon geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kirine
Nuçe Belav bike

Seroka Desteya Geştûguzariyê Emel Celal ji Kurdistan24ê re ragihand, hejmara geştyarên ku di şeş mehên destpêkê yên îsal de serdana Herêma Kurdistanê kirine, nêzîkî pênc milyon geştyar bû û pêşbînî dikin ku heta dawiya salê, ev hejmar bigihe heşt milyon geştyaran.

Emel Celal diyar kir, armanca Desteya Geştûguzariyê tenê rakişandina geştyaran nîne, di heman demê de berfirehkirina çavkaniyên geştûguzariyê ye jî.

Di nava sê salên borî de ji ber sedemên belavbûna vîrusa Koronayê û proseya xweparastina ji wê nexweşiyê, liv û tevgera geştyariyê li Herêma Kurdistanê kêm bûbû, piştî rakirina rêkarên xweparastinê û kêmbûna rêjeya pêketiyên vê nexweşiyê, sektora geştyariyê cardin vedije û geştyar berê xwe didin Herêma Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 433 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:20:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x