Duhok: Geştiyaran zêdetirî 20 milyon dolar xerc kirine

Rêveberê giştî yê geştûguzariya parêzgeha Duhokê di daxuyaniyekê de ragihand, di rojên cejnên cejna Qurbanê de nêzîkî 100 hezar geştiyar serdana wê parêzgehê kirine.

03.07.2023, Pts - 10:17

Duhok: Geştiyaran zêdetirî 20 milyon dolar xerc kirine
Nuçe Belav bike

Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Duhokê Xeyrî Elî Oso ragehand: ‘’Planek baş ji aliyê rêveberiya giştî ya geştûguzariya parêzgeha Duhokê ve hate danîn, me karî bi baştirîn awayî wê planê cîbicî bikin û geştyaran bikşînin parêzgeha Duhokê. Em kêfxweş in bi hatina geştiyaran ji bo hatina wan a 4 rojan bo Qejna Qurbanê.’’

Xeyrî Elî Uso dibêje: “Ji 25/6/2023 heta 1/7/2023 zêdetir ji 96 hezar geştyar serdana parêzgeha Duhokê kirine, her geştyarek di rojên bêhnvedanê de 200 heta 250 dolar xerc kiriye.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 385 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:04:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x