Hikûmeta Kurdistanê biryar da bûdceya Helebcê ji ya Silêmaniyê cihê bibe

Hikûmeta Kurdistanê bi helkefta 29emîn salvegera kîmyabarana Helebcê çend ferman û biryarên girîng derheqê parêzgeha Helebcê de da.

16.03.2017, Per - 13:38

Hikûmeta Kurdistanê biryar da bûdceya Helebcê ji ya Silêmaniyê cihê bibe
Nuçe Belav bike

Îro 29emîn salvegera kîmyabarana Helebcê ye. Encumena Wezîran ya Herêma Kurdistanê bi vê helkeftê civînek taybet li dar xist.

Li gorî agahiyên BasNewsê, di civînê de biryar hat dayîn ku Wezareta Navxwe navê namzedên ku bo endamtiya encumena parêzgeha Helebcê hatine kandîdkirin, bişîne Encumena Wezîran bo pesendkirinê.

Encumena Wezîran her wiha biryar da bûdceya parêzgeha Helebcê ji ya Silêmaniyê were cihêkirin û Helebce bibe xwedan bûdceya xwe ya serbixwe.

Di civîna Encumena Wezîran de her wiha biryar hat dayîn ku tevahiya valahiyên îdarî yên parêzgeha Helebcê bên tijîkirin.

Parlamentoya Kurdistanê sala 1999 bi fermî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiribû Helebce bibe parêzgeh lê hikûmeta Iraqê 31 Kanûna 2013 ew daxwaz pesend kir û Helebce bi fermî bû parêzgeheka Herêma Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1610 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:16:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x